Lavrov bo Washington: Derkirina Balyozê Rûsyayê karekî ne şîrîn e

"Eger banga gotûbêjê dikin, bila kerem kin cîbicî bikin."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand; gotûbêjkirina ligel welatên rojava li ser garantiya ewlehiyê, bi dawî nebûye.

Sergey Lavrov diyar kir; ew qebûl nakin ku berjewendiyên wan li berçav neyê girtin û got: “Garantiyên ewlehiyê bi wan pêşniyaran ve girêdayî ne, ku Rûsyayê beriya niha ligel welatên rojava li ser wan gotûbêj kiriye.”

Lavrov tekez kir; şer rûnade, sepandina cezayan li ser Moskowê ji aliyê rojava ve, tê wateya qutkirina pêwendiyan.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê destnîşan kir; gefên Washingtonê yên li ser derkirina Balyozê Rûsyayê, karekî nebaş e, ji welatên rojava daxwaz dike ku bi pakî tevbigerin.

Lavrov ji welatên Ewropayê re diyar kir, eger banga gotûbêjê dikin, bila kerem kin cîbicî bikin, divê li ser mafên mirovan gotûbêj bikin.