Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa ser Balafirgeha Bexdayê şermezar kir

“Berdewambûna hewldanên têkdana aramî û seqamgîriyê, geşedaneke metirsîdar e."

Hewlêr (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa srr Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê şermezar kir û weke geşedaneke metirsîdar bi nav kir.

Li ser hesabê fermî yê Twitterê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin: “Em armanckirina Balafirgeha Bexdayê ya bi mûşekan, şermezar dikin.”

Herwiha di twîtê de hat diyarkirin: “Berdewambûna hewldanên têkdana aramî û seqamgîriyê, geşedaneke metirsîdar e û divê rê ê were girtin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kiriye ku hebûna metirsî û gefê li ser asayîşa balafirgehê, zirareke mezin didin nav û pêgeha Iraqê.