Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Almanyayê dike
“Ev pêngav û piştevaniya navdewletî, ji bo şerê dijî DAIŞ û rahênana hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, pêwîst in.”
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Almanyayê ya ji bo dirêjkirina erkê hêzên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Îngilîzî ragihand: “Ez pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanyayê ya ji bo dirêjkirina erkê hêzên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê dikim.”
Mesrûr Barzanî tekez kir: “Ev pêngav û piştevaniya navdewletî, ji bo şerê dijî DAIŞ û rahênana hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, pêwîst in.”
Îro Parlamentoya Almanyayê biryar da, erkê hêzên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê heta 31ê Cotmeha îsal dirêj bike.
I strongly welcome the decision by the German Parliament to renew the Bundeswehr mission in Iraq, including in the Kurdistan Region.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) January 28, 2022
This mandate, and the support of the Global Coalition, is critical to the war on ISIS and training of Peshmerga forces and the Iraqi Army -mb.