Çarenûsa 700 zarokên DAIŞê yên li girtîgeha Hesekê, ne diyar e

Li gor raporta herî dawî, çarenûsa zarokên DAIŞê ku di girtîgeha Hesekê de bûn, ne diyar e.

Hewlêr (K24) – Li gor raporta herî dawî, çarenûsa 700 zarokên DAIŞê ku di girtîgeha Hesekê de bûn, ne diyar e. Her çiqas HSD tekez dike ku wan hejmarek mezin ji wan zarokan rizgar kirine, lê di heman demê de hejmarek bi hûrgilî li ser vê mijarê eşkere nake.

Şikesta HSDê di parastina zindana çekdarên DAIŞê de, ew dever rûbirûyî metirsiyeke mezin a DAIŞê dike û di heman demê de çarenûsa wan zarokên DAIŞê ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine perwerdekirin jî, ne diyar e.

Hemahengkarê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî dibêje; bi sedan zarok li girtîgeha Hesekê hatine dorpêçkirin, nabe ew zarok li cihekî wisa bimînin û divê ew zarok demildest werin rizgarkirin û ji zindanê derkevin.

Ji aliyê xwe ve UNICEF ragihand; ligel berdewambûna şerê Hesekê, metirsî li ser wan zarokan heye û ji ber wan aloziyan, heta niha nêzîkî 45 hezar kes ji nişteciyên derdora girtîgeha Xiwêran aware bûne û di dema awarebûnê de 9 zarok winda bûn û ji malbatên xwe veqetiyan û derbarê wan de ti agahî tune ne.

Di destpêka aloziyên Girtîgeha Xiwêranê de HSDê behsa hebûna cihê zindanîkirina zarokan li nava wê girtîgehê nekiribû, lê belê çend demjimêr piştî daxuyaniya UNICEFê, ku gotibû metirsî li ser jiyana nêzîkî 800 zarokên li nava girtîgehê heye, HSDê ragihand; çekdarên DAIŞê ew zarok dîl girtine.

Nûnerê UNICEFê ji desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê û aliyên nakok ên wê deverê daxwaz kir; şer rawestînin û zarokên ku hatin dîlgirtin, rizgar bikin û wan biparêzin, piştre jî wan zarokan bişînin welatên wan û di girtîgehê de zarok nemînin.