Bûyerên zîndana Hesekê... Hûrgilî, encam û karvedan
Çavdêrên siyasî: Ji ber ku ragihandin tenê di destê PKKê de ye û ew zanyarî û dîmenan belav dike, rastiya bûyerê wek xwe nayê belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Zîndana Sînaa ya bajarê Hesekê ku zîndana herî mezin ku çekdarên DAIŞê tê de girtî bûn, şeva 20/1/2022an rastî êrîşekê hatibû û di encamê de hejmarek ji çekdarên DAIŞê reviyan û zîndan jî ket bin kontrola çekdarên ku di hundir de isyan kiribûn. HSDê roja 26ê vê mehê ragihandibû, zindana Sinaa ya bajarê Hesekê bi temamî ket bin kontrola hêzên wan û piraniya çekdaran xwe radestî hêzên wan kirin, lê piştî rojekê diyar kir ku hîna 60 – 90 çekdarên DAIŞê di zîndanê de mane û xwe radest nekirine.
Ji aliyekî din ve, HSDê li ser wê yekê rijd e ku ti çekdar ji girtîgehê nereviyane û hêzên wan karîne çekdarên reviyane desteser bikin û ewên din jî xwe radest kirine, lê belê HSD di daxuyaniyekê de dibêje; 3 hezar û 500 çekdar desteser kirine, ku ev hejmare ji 5 hezar çekdarên zindanîkirî yên nav girtîgehê ne.
Li gor amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, di şerê navbera HSD û çekdarên DAIŞê de 74 şervanên HSD, asayişê û û pasewanên zîndanê hatine kuştin û nêzîkî 200 çekdar hatin kuştin, ango ev tê wê wateyê ku çarenivîsa hejmareke mezin ji çekdaran ne diyar e.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihandibû, DAIŞê dora 700 zarokên DAIŞê yên di girtîgehê de girtî bûn, wek mertalên mirovî bi kar dianîn, lê piştî ragihandina kontrolkirina zîndanê, heta niha çarenivîsa van zarokan jî ne diyar e. Her çiqas HSD tekez dike ku wan hejmareke mezin ji wan zarokan rizgar kirine, lê di heman demê de hûrgilî li ser vê mijarê eşkere nekirine. Di wê derbarê de UNICEFê jî gotibû metirsî li ser jiyana nêzîkî 800 zarokên li nava girtîgehê heye.
Ji aliyekî din ve jî, Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ji ber rewşa li Hesekê û şerê di navbera çekdarên DAIŞê û HSDê de, 45 hezar kes ji taxên derdora girtîgehê ji malên xwe derketine û derbider bûne.
Cedan Elî: Destek ji aliyê hin kesên di nava HSDê de di êrîşa li ser zîndana Hesekê de hebû
Derbarê karvedanên bûyera zîndana Hesekê de, endamê Komîteya Şêwirmendiyê ya Partiya Demokrat a KuRdistanê – Sûriye (PDK-S) Cedan Elî ji K24ê re got: “Hin rayedarên HSDê, yek ji wan jî Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê de gotibû, ew ji 6 mehan ve pêşbîniya êrîşeke wiha dikirin. Eger ew ji 6 mehan ve pêşbîniyê dikin ku tiştekî wiha dê rû bide, ma çima tedbîrên pêwîst ji parastina zîndanê negirtin û çima wan evqas qurbanî dan.”
Elî amaje bi aliyên ku qazancê ji vê êrîşê dibînin kir û got jî: “Ew aliyên ku DAIŞê bi kar tînin, ew qazancê ji vê êrîşê dibînin, ew jî rêjîmên herêmê ne û di asta yekem de Îran ye.”
Elî pirsiya jî: “Ji bo çi evqas hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê di dibistanekê di nava bajarê de hatine komkirin, çima ew çekdar ên ku her yek ji wan bombeyek e ji bajaran nehatine dûrxisti? Di vê babetê gelek pirs hene û ev tê wateya ku rêkeftinin bi dizî hene û kirîn û firotin û xiyanet heye, heta DAIŞê kariye bi vî awayî êrîş bike, xwe bigihîne zîndanê û encamên wiha jê derkevin. Ev êrîş diyar dike ku ji nava PYD û HSDê ve kesin hene alîkarî bi DAIŞê re kirine û niha erkê HSDê ye van kesan ji raya giştî re aşkere bike.”
Elî destnîşan kir: “Hebûna evqas çekdarên DAIŞê di girtîgehên HSD û Rêveberiya Xweser de û ji hebûna bi hezaran malbatên DAIŞiyan di kampên wan de, ne di berjewendiya gelê me de ye, belkû metirsiyeke mezin li ser gelê me çêdike.”
Elî tekez kir jî: “Armanc ji vê bûyera Hesekê, revandina hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê ji zîndanê bi destê hin xayînên HSDê de ye. Ji ber wê di daxuyaniyên HSDê gelekî tevlihevî hene û hejmar her carê bi awayekî tên ragihandin.”
Herwiha Elî got jî: “Em naxwazin ku HSDê şikestî be. Em naxwazin ku xurt û ciwanên me bibin qurbanî, lê ev bûyer şikeştineke mezin a HSDê bû.”
Husên Çelebî: Ji dema PKKê destê xwe daniye ser Rojavayê Kurdistanê ve, gelê Kurd ti destkeftek bi dest nexistiye
Ji aliyê xwe ve, parêzer û çavdêrê siyasî Husên Çelebî ji K24ê re got: “Em hemû li pêş şanoyekê ne. Vê bûyerê nîşana wê da ku parêzvanên herêma me tune ne. DAIŞ dibêje 10 çekdarên wan êrîş kirine, eger 10 çekdarên DAIŞê bikarin 2 hezar pasewanan derbas bikin û teqînan li ber deriyê zîndanê çêbikin, ka ev pasewanên HSDê li kû bûn?”
Got jî: “Heta niha ku hîna şerê li Hesekê bi dawî nebûye, lê tevî wê jî HSDê hîn zarokan direvîne dike çekdar û dayikan wan derdikevin ser ragihandinê û bang li azadkirina wan dike.”
Amaje bi wê da: “Niha çend roj in ev bûyer li Hesekê diqewime, lê em wek gel, çavdêr, rojnamevan û şopîner em nizanin ku çi rû dide, ji ber ku ragihandin tenê di destê PKKê de ye û ew zanyarî û dîmenan belav dike û rastiya bûyerê wek xwe nayê belavkirin.”
Çelebî got: “Ji 10 salan ve, ji dema PKKê destê xwe daniye ser Rojavayê Kurdistanê ve, gelê Kurd ti destkeftek bi dest nexistiye, lê belê tenê PKKê sûd dîtiye. PKKê berî 10 salan li çiyayan bû, lê bi destpêkirina krîza Sûriyê re û dema rêjîma Esed herêm Kurdî radestî PKKê kir, PKKê bi hezaran kes tevlî xwe kirin û bi milyaran Dolar ketin destê wê. Mixabin jî li hemberê xwîna ciwanên me û rondikên dayikên hatine rijandin.”