Bi rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê termê 4 koçberên din hatin vegerandin
Termê 4 koçberên ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Termê 4 koçberên Kurd ên di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.
Peyamnêra K24ê li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê da zanîn, li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, termê 4 koçberan ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.
Şêwirmendê di Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Helgurd Saleyî ji K24ê re ragihand, di encama binavbûna 3 belemên koçberan di deryayê de, termê 10 kesan hatin dîtin, niha termê 4 kesan gihîştin Herêma Kurdistanê.”
Helgurd Saleyî diyar kir jî, termê wan 6 koçberên din jî di demeke nêzîk de dê ji bo Herêma Kurdistanê bêne vegerandin.