Li Herêma Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 592 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 592 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 236 kes li Hewlêrê, 40 kes li Silêmaniyê, 304 kes li Duhokê û 12 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan canê xwe ji dest dan, ji wan 2 kes li Hewlêrê û 1 kes li Silêmaniyê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 717 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 405541

Mirin: 7214

Başbûn: 380101 

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.