Hak-Par û Hereketa Azadî banga bijartina waneya Kurdî kirin
Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê xebat û çalakiyên ji bo hişyariya bijartina waneya Kurdî berdewam dikin.
Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par û Hereketa Azadî bi daxuyaniyekî banga bijartina waneya Kurdî li Tikriye û Bakurê Kurdistanê kirin û belavokên Hereketa Zimanê Kurdî HezKurdê ku agahdariyên waneya Kurdî tê de ne belav kirin.
Li ser navê herdu partiyan daxuyanî bi Kurdmancî, Zazakî û Tirkî hat xwendin.
Peyvdarê Hereketa Azadî Metîn Pîranî daxuaynî bi Kurmancî xwend û bal kişand ku Kurdî bi rûbirûbûna pişaftin, pêkutî û qedexeyan, xwe gihandiye îro û divê ji her derfetê ku Kurdî zinde bikin, civak û zarokên Kurd sûdê werbigirin û li dibistanan jî dersên Kurdî hilbijêrin.
Piştî ku daxuyanî hat xwendin jî, belavokên waneya Kurdî li kolanan hatin belavkirin.