Rojnameyeke Amerîkî: Nêzîkî 200 çekdarên DAIŞê ji zindana Hesekê reviyane
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke Amerîkî ragihand, nêzîkî 200 terorîstên DAIŞê di zindana Sînaa ya bajarê Hesekê reviyane.
Rojnameya Amerîkî “The New York Times” ji ser zarê rayedarekî Amerîkî ragihand, “nêzîkî 200 girtiyên DAIŞê ji zîndana Sînaa reviyane.”
Diyar kir jî, armanc ji êrîşa li ser zîndanê ew bû, DAIŞ hin serkirdeyên DAIŞê yên ji asta jor û navîn û hin çekdarên xwedî şarezayên taybet ên wek nîşanvan û şarezayên çêkirina bombeyan azad bike.
Rojnameyê bal kişand ser wê yekê, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) agahiyên derbarê hejmara terorîstên reviyayî de ti daxuyanî nedane û diyar kir ku ew hîn jî encamên êrîşê dinirxînin.
Zindana Sînaa ya Hesekê ku nêzîkî 4 hezar endamên DAIŞê tê de bûn, şeva 20ê Çile ji aliyê DAIŞê ve rastî êrîşeke mezin hat û di encamê zîndan ket bin kontrola çekdarên ku di hundir de isyan kiribûn.
HSDê roja 26ê vê mehê ragihand, zindana Sinaa bi temamî hat kontrolkirin û piraniya çekdaran xwe radestî hêzên wan kirin, lê diyar kir ku hîna 60 – 90 çekdarên DAIŞê di zîndanê de mane û xwe radest nekirine.