Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawî ya Erîf Cemal
Serok Barzanî: Erîf Cemal têkoşerekî qehreman ê gelê Kurdistanê û hilgirê Mîdalyaya Barzaniyê Nemir bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber koça dawiyê ya berpirsê her du dezgehên Îlon û Gulanê Cemal Hemedemîn Seîd “Erîf Cemal”, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê li malbat û kesûkarên wî kir.
Di peyama Serok Barzanî de hat: “Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya koça dawiyê ya Pêşmerge, kesayetiya niştimanperwer û berpirsê her du dezgehên Îlon û Gulanê Cemal Hemedemîn Seîd “Erîf Cemal” bihîst. Xwedêjêrazî têkoşerekî qehreman ê gelê Kurdistanê û hilgirê Mîdalyaya Barzaniyê Nemir bû ku bêwestan temenê xwe ji bo xebat û xizmetkirina armancên wî yên bilind terxan kiribû.”
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Pirse û sersaxiya xwe bi malbat, kesûkar, heval û hevsengerên xwedêjêrazî Erîf Cemal radigihînim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji Xwedê mezin daxwazkar im, giyanê xwedêjêrazî bi bihuşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bide her aliyekî.”