Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li malbata Cemal Erîf dike

Pêşmerge û berpirsê her du dezgehên Îlon û Gulanê Cemal Hemedemîn Seîd Cemal Hemedemîn Seîd “Erîf Cemal” koça dawiyê kiribû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê arasteyî malbata berpirsê her du dezgehên Îlon û Gulanê Cemal Hemedemîn Seîd “Erîf Cemal” kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbat, kesûkar, hevalên Pêşmergeyê têkoşer, kesayetiya niştimanperwer û berpirsê her du dezgehên Îlon û Gulanê Cemal Hemedemîn Seîd “Erîf Cemal” dikim û hevbeşê xema wan im.”

Serokwezîr di peyama xwe de got: “Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û armiyê bide her aliyekî.”