Amarên nû yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê
Tîmeke tendirustî ya Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 37 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî canê xwe ji dest daye.

Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 37 kesên din bi Koronayê ketine.

Hat ragihandin, di 24 demjimêran de kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest daye û haleteke başbûna ji vê nexweşiyê hatiye tomarkirin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37451 kesan, ji wan 2525 kes baş bûne û 1525 kesan jî canê xwe ji dest dane.