HSD: operesyonên li zindana Hesekê û derdora wê bi dawî bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bidawîbûna operesyonên li dijî DAIŞê yên li zindana Hesekê û derdora wê ragihand.
Navenda Ragihandina HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di çarçoveya hemleya paqijkirina berfireh a hêzên me yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, em bidawîbûna hemleya paqijkirina zindana El-Sînaa ya Hesekê radigihînin.”
Zindana Sînaa ya Hesekê ku nêzîkî 4 hezar endamên DAIŞê tê de bûn, şeva 20ê Çile ji aliyê DAIŞê ve rastî êrîşeke mezin hat û di encamê zîndan ket bin kontrola çekdarên ku di hundir de isyan kiribûn.
HSDê roja 26ê vê mehê ragihand, zindana Sinaa bi temamî hat kontrolkirin û piraniya çekdaran xwe radestî hêzên wan kirin, lê diyar kir ku hîna 60 – 90 çekdarên DAIŞê di zîndanê de mane û xwe radest nekirine.
Di wê derbarê de, rojnameya Amerîkî “The New York Times” ji ser zarê rayedarekî Amerîkî ragihand, “nêzîkî 200 girtiyên DAIŞê ji zîndana Sînaa reviyane.”
Her di vê derbarê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî kontolkirina zîndana Hesekê ji aliyê HSDê ve, termên 19 endamên hêzên asayiş û şervanên HSDê di nava zîndanê de hatin dîtin.
Rewangehê diyar kir jî, di heman cihî de termên 22 çekdarên DAIŞê hatin dîtin.
Bi vî awayî hejmara kuştiyên bûyerên zîndana Hesekê gihîşt 373 kesan, ji wan 98 kuştî yên asayiş û HSDê û 268 yên DAIŞê ne.