Zanyariyên nû li ser destpêşxeriya Serok Barzanî

Serok Mesûd Barzanî destpêşxeriyek ji bo çareserkirina kêşeyên li ber pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêşkêş kir.

Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro duşemê 31ê Çileya 2022yan destpêşxeriyeke nû ji bo çareserkirina kêşeyên li ber pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û nêzkirina aliyên siyasî pêşkêş kir.

Berpirsê Dosyeya Iraqê yê li Baregeha Barzanî, Erefat Kerem li ser vê mijarê behsa naveroka destpêşxeriyê kir û ragihand; ev destpêşxerî ji bo nêzkirina aliyên siyasî ye.

Erefat Kerem li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; vekişîna Hoşyar Zêbarî ji namzedbûna Serokomariya Iraqê di çarçoveya destpêşxeriya Serok Barzanî de nîne û ti gotinek li ser vê mijarê nehatiye kirin.

Çavkaniyekî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji K24ê re ragihand; Hoşyar Zêbarî namzedê herî bihêz e û dengê pêwîst ji bo bûna Serokomar misoger kiriye.