HSDê amarên herî dawî yên şerê zindana Hesekê ragihand

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand; di êrîşa ser zindana Xiwêran de 40 şervan û 77 ji karmend û hêza parastina zindanê, herwiha 4 sivîl di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand; di êrîşa ser zindana Xiwêran de 40 şervan, 77 karmend û hêzên parastina zindanê û 4 sivîl di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 374 çekdarên DAIŞê di vî şerî de hatine kuştin.

HSDê bi daxuyaniyekê amarên herî dawî yên êrîşa li zindana Xiwêran a li Hesekê eşkere kir û got: “Çeteyên DAIŞê di hundirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanê bi awayekî hovane şehîd xistin. Di şerê derve yê ku 7 rojan berdewam kir de jî 40 şervan û 4 hemwelatiyên me şehîd ketin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi qehremaniyekî mezin şehîd ketin.”

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser çawaniya destpêkirina êrîşê û diyar kiriye: “Di dîroka 20.01.2022an de, saet 7ê êvarê êrîşeke berfireh û plankirî ya terorîstên DAIŞê li ser girtîgeha Sinae ya li Hesekê ya ku bi hezaran girtiyên DAIŞê lê dimînin çêbû. Gelek grubên çeteyên DAIŞê yên xwekûj ji derve ve tevlî vê êrişê bûn.”

Herwiha destnîşan kiriye: “Di dema êrişê de, destpêkê wesayîtekî teqemeniyê li ber deriyê girtîgehê yê derve xwe teqand û ji 3 milan ve jî êrişî ser girtîgehê kirin û di heman demê de jî xwestin ku kontrola girtîgehê bi dest bixin da ku hêzên QSDê yê ku mûdaxeleyê cihê êrişê bike derbe bikin. Di heman demê de bi hezaran çeteyên di hûndirê girtîgehê de jî êrişî ser karmendên girtîgehê û ewlekariya hûndirîn yê girtîgehê kirin. Herwiha qamyonek tije çek û cebilxane jî nêzî deriyê girtîgehê kirin da ku girtiyên DAIŞê dema ku ji girtîgehê derkevin bikaribin xwe bi çek bikin û heger ev plana wan bimeşiya wê êrişî Taxa Xiwêran û herwiha Taxa Zixûr û hin saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî yên li herêmê bikirana. Amadekarî û planê wan li ser vî esasî bû.”

HSD diyar dike ku ev êrişa DAIŞê ne êrişekî ji rêzê bû. Ev êriş di encama planekî berfireh û demdirêj de pêş ket û dibêje: “Xwestin vê bikin destpêka êrişeke mezin li ser herêmê û carekî din terora kuştinê û demekî tarî û reş li ser gelên herêmê ferz bikin û bidine jiyankirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Cardin vê êrişê da xuyakirin ku pêwîst e ji bo Kampa Holê çareseriyên bingehîn bêne peydakirin ku ev kamp wekî bombeyekî ku pîmê wî hatiye kişandine. Herwiha îhtiyaç heye ku ji bo darizandina bi hezaran terorîstên DAIŞê yên girtî zemînekî darizandina navdewletî bê avakirin û çareserkirina van pirsgirêkan çiqasî dereng bikeve wê ewqasî DAIŞ ji vê yekê feyde bibîne.”

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di dawiya daxuyaniyê de amarên şerê zindana Hesekê eşkere dike û dibêje: “Çeteyên DAIŞê di hundirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanê bi awayekî hovane şehîd xistin. Di şerê derve yê ku 7 rojan berdewam kir de jî 40 şervan û 4 hemwelatiyên me şehîd ketin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi qehremaniyekî mezin şehîd ketin. Em şehîdên xwe cardin bi bîr tînin.”

Herwiha li ser hejmara kuştiyên DAIŞê eşkere kir ku 374 çekdarên DAIŞê di vî şerî de hatine kuştin.