Aliyên siyasî yên Iraqê pêşwazî li destpêşxeriya Serok Barzanî dikin
Aliyên siyasî yên Iraqê pêşwazî li destpêşxeriya Serok Barzanî dikin
Hewlêr (K24) – Destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî ji hêla aliyên siyasî yên Iraqê ve bi awayekî berfireh hat pêşwazîkirin û di vê çarçoveyê de Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer ragihand; ev destpêşxerî ji bo seqamgîriya Iraqê û nehiştina tevliheviyê pêngaveke girîng e.
Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer di twîtekê de li ser girîngiya destpêşxeriya Serok Barzanî diyar kiriye ku ev destpêşxerî pêngavek e li ser rêya seqamgîriya Iraqê û nehiştina tevlihevî û serketina zimanê gotûbêjê.
Xemîs Xencer herwiha destnîşan kiriye: “Em li hevpeymaniya xwe tekezî li ser pabendbûna xwe bi bijardeyên niştimanî dikin.”
Xencer dibêje ku armanca wan zelal e û ew dixwazin hikûmeteke piranî ya niştimanî ya bi şiyan pêk bînin, ku bikare dewletê îdare bike û xizmeta xelkê bike.
Îro Serok Barzanî peymanek belav kir û tê de ragihand: “Ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan û amadekirina keşeke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, min destpêşxeriyeke siyasî pêş kir. Di çarçoveya vê destpêşxeriyê de, min pêşniyaz kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî serdana Seyid Muqteda Sedir bikin û li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehîştina astengî û pirsgirêkan şêwirê bikin.”
Herwiha ragihand: “Hêvîdar im ev destpêşxerî erênî be û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”
Piştî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî gihîştin Necefê ji bo hevdîtina Rêbera Tevgera Sedir Muqteda Sedir.
Piştî civîna ligel Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî, Muqteda Sedir peyamek belav kir û ragihand ku tevegera wî rijd e li ser pêkanîna hikûmeta piranî ya niştimanî.
Muqteda Sedir herwiha diyar kir: “Em pêşwazî li danûstandina ligel opozîsyona niştimanî dikin û em bi pêkanîna hikûmeteke piranî ya niştimanî ve mijûl in.”
Di karvedana destpêşxeriya Serok Barzanî de îro kesayetê siyasî yê serbixwe yê Iraqî Îzet Şabender jî li ser Twitterê pêşwazî li serxistina vê destpêşxeriyê kir û got: “Destpêşxeriya Serok Barzanî pêngaveke bingehîn e ber bi arasteyeke rast a niştimanî û di asta Iraqê de pêşwazî û piştevanî lê tê kirin.”