Buldan: Hilbijartina dersa Kurdî girîng e
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan diyar dike; her çiqas kêm be jî, dersa bijarte ya Kurdî girîng e.
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan diyar dike; her çiqas kêm be jî, dersa bijarte ya Kurdî girîng e û bang li xwendekaran kir ku dersa Kurdî hilbijêrin.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan îro li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û piştgiriya xwe ji bo dersa Kurdî nîşan da.
Pervîn Buldan di peyama xwe de diyar kir:
Dersa bijarte ya Kurdî her çiqas kêm û ne bersivek be ji bo pêdiviyê, hilbijartina wê girîng e. Ji bo hilbijartinê 7ê Sibatê roja dawî ye.
Kurdno Kurmancî biecibînin!
Kürtçe seçmeli ders yetersiz ve ihtiyaca yanıt olmazsa da tercih etmek önemli. Tercih için 7 Şubat son gün.
— Pervin BULDAN (@PervinBuldan) January 31, 2022
Kurdno Kurmancî biecibînin !
Her îro Hevserokê berê yê HDPê Selahettin Demîrtaş jî di peyamekê de bang li ciwanên Kurd kir ku li dibistanan dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.
Selahettin Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Silav ciwanên bi qîmet. Weke hûn jî dizanin, hilbijartina dersên bijarte heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin. Ji kerema xwe li dibistanan zimanê xwe yê zikmakî hilbijêrin.”
Demîrtaş herwih nivîsand: “Kurmancî hilbijêrin, Kirmanckî (Zazakî) biweçînê.”
Merhaba değerli gençler. Bildiğiniz gibi, seçmeli ders tercihleri 7 Şubat’a uzatıldı. Lütfen okullarda anadilinizi seçin.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) January 31, 2022
Kurmancî hilbijêrin
Kirmanckî (Zazakî) biweçînê
Ji bo dersên hilbijartî yên ku di sala perwerdehiyê ya 2022-2023an de dê li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê (MEB) bên dayîn, di 7ê Sibatê de dema hilbijartinê bi dawî dibe. Ji xwendekaran tê xwestin ku heya vê dîrokê dersên xwe yên bijartî hilbijêrin.
Eger heta 7ê Sibatê tomarkirina zimanê kurdî wek dersa hilbijartî zêde bibe, di sala nû ya xwendinê de, dê hejmareke zêde ya mamosteyên Kurmancî û Zazakî ji bo polên 5, 6, 7 û 8an bên erkdarkirin.