Li Rojavayê Kurdistanê 27 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 27 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 27 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser îro yekşem 31ê Çileya 2022yan amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 27 kesên din bi Koronayê ketine.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37478 kesan, ji wan 2525 kes baş bûne û 1525 kesan jî canê xwe ji dest dane.