Li Tirkiyê di rojekê de 93 hezar û 261 kes bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 182 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 182 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 31ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 93 hezar û 261 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 182 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 93 hezar û 438 kes baş bûne.