Parlamentera HDPê bang li welatiyan kir: 7ê Sibatê roja dawî ye

Parlamenter û Seroka Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş jî piştgirî da kampanyaya ji bo dersa bijarte ya Kurdî.

Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş
Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamenter û Seroka Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş jî piştgirî da kampanyaya ji bo dersa bijarte ya Kurdî û bang li malbatên Kurd kir ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.

Kampanyaya piştgiriya ji bo dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî, Zazakî) her ku diçe berfirehtir dibe û piştevanî zêdetir dibe.

Parlamentera Sêrtê û Seroka Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş îro li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zaravayê Zazakî yê Kurdî peyamek belav kir û piştgiriya xwe ji bo dersa Kurdî nîşan da.

Meral Daniş Beştaş ji Kurdan xwest ku dersên Zazakî û Kurmancî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Beştaş di twîta xwe de dibêje: Dersê weçîniteyî kêmî yê labelê tercîhkerdişê nê dersan muhîm o. Ma veng danê her kesî; dersanê bi Kurdkî biweçînê.

Herwiha dibêje: “Dersên bijarte yên Kurmancî ve Zazakî her çiqas ji aliyê perwerdehiya bi zimanê dayîkê ve kêm be jî, girîng e dîsa bêne tercîhkirin. Roja dawî 7 Sibatê ye em bang li hemû kesan dikim ku dersên Kurdî hilbijêrin.”