Geştên asmanî di navbera Dîlok û Hewlêrê de dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di navbera Dîlok û Hewlêrê de geştên asmanî dest pê kirin. Bi beşdariya parêzgar û Şaredar û Konsulê Îraqê li Dîlokê, yekem karwana rêwiyan hat rêkirin.

Li Firokxaneya Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê yekem karwana rêwiyan bi merasîmeke taybet ber bi paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê hatin rêkirin.

Li gel Parêzgar û Şaredara Dîlokê, Konsulê Îraqê li Dîlokê Hesen Ebdulwehîd Mecîd jî beşdarî merasîmê bû.

Parêzgarê Dîlokê Davut Gul da xuyakirin, Dîlok navenda pîşesazî û bazirganiyê ye û bi Îraqê re jî asta bazirganiyê bilind e.

Konsulê Îraqê yê Dîlokê jî da zanîn, destpêkirina geştên asmanî dê bandoreke baş li asta bazirganî û pêşketina pêwendiyan bike.