Daxuyaniya Tuay-Derê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat astengkirin

Komeleya Hevkariya Xizm û Malbatên Girtiyan Tuay-Der xwest li ser rewşa girtiyan û girtiyên nexweş daxuyanî bide.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Komeleya Hevkariya Xizm û Malbatên Girtiyan Tuay-Der, di 1’ê Sibatê de xwestin bi piştgirîdayîna saziyên sivîl û partiyên siyasî li ber girtîgeha tîpa D ya Diyarbekirê, li ser rewşa girtiyan û girtiyên nexweş daxuyanî bidin. Lê hêzên asayîşa Tirk rê nedan ku daxuyanî belav bikin.

Piştî ku polês ketin nevbera koma xwepêşanderan û çapemeniyê, xwepşandaran 5 xulek çalakiya rûniştinê lidarxistin.

Piştî çalakiya rûniştinê jî, hiqûqnasên ku beşdar bûbûn, ragihandin ku mafê daxuyanî dayîn û xwepêşandanê yê demokratîk jî tê asteng kirin û dê derheqê kesên ku daxuyaniyê asteng kirine de jî daxwaza lêpirsînê bikin.

Ji ber ku aşayîşa Tirkiyê rê neda daxuyanî bê dayîn, koma xwepêşanderan jî piştî çalakiyê belav bû.