Wezareta Koçberan a Iraqê: Kampên Herêma Kurdistanê nayên girtin

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand; planeke wan ji bo bidawîkirina dosyeya kampên awareyan li ber destê wan e.

Hewlêr (K24) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand; planeke wan ji bo bidawîkirina dosyeya kampên awareyan li ber destê wan e.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Beşan li Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas Cehangîr ragihand; wezaretê plana vegerandina awareyên nav hemû kampên xwe amade kiriye.

Elî Ebas Cehangîr diyar kir; kampên awareyan ên li Kerkûk, Diyala, Selahedîn, Neynewa, Enbar, Bexda û Kerbela tên girtin, heta niha jî 50 kamp li temamê Iraqê hatine girtin.

Cehangîr eşkere kir; kampên Herêma Kurdistanê û Kampa Cide ya li başûrê Mûsilê dê vekirî bimînin.

Wezareta Koç û Koçberan tekez dike ku mijara qerebûkirina awareyan erkê Encûmena Wezîran a Iraqê ye.

Herwiha eşkere dike: “Ji bo vegerandina awareyên Iraqî ji Tirkiyê, ku ji sala 2014an ve di dema êrîşên DAIŞê de welatê xwe bi cih hiştin û ji 4 hezar kesan pêk tên, xebat didomin.”

Di sala 2014an de 900 hezar malbat ji ber êrîşên DAIŞê ber bi deverên cuda yên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê reviyan, heta niha ji wan 600 hezar malbat vegeriyane, niha 36 hezar malbat li kampên Herêma Kurdistanê û Kampa Cide ya li Mûsilê ne.