Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Serokê Fermangeha Hemahengiyê kir
Di pêwendiyeke telefonî de ji ber koça dawî apê wî, hevxemiya xwe anî ziman.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 1ê Sibata 2022yan di pêwendiyeke telefonî de ji ber koça dawî apê wî, sersaxî li Serokê Fermangeha Hemahengî û Lipeyçûnê Ebdulhekîm Xesrew kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe anî ziman û hêvî xwest, Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide malbata wan.
Serokê Fermangeha Hemahengî û Lipeyçûnê Ebdulhekîm Xesrew spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir ji bo pêwendî û hevxemiyê.