Li Herêma Kurdistanê 1366 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1366 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1366 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1366 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 792 kes li Hewlêrê, 135 kes li Silêmaniyê, 411 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 16 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 1 kes Silêmaniyê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1348 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 600 kes li Hewlêrê, 331 kes li Silêmaniyê, 376 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 33 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 409663

Mirin: 7227

Başbûn: 383958

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.