Encûmena Wezîran rewşa koçberan gotûbêj dike

Encama serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Îmarata Erebî û rewşa koçberan û çend mijarên din gotûbêj dike.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive û encama serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Îmarata Erebî û rewşa koçberan û çend mijarên din gotûbêj dike.

Fermangeha Medya û Zanyarî ragihand; îro çarşemê 2yê Sibata 2022yan, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane pêk tîne.

Di civînê de ev mijar dê werin gotûbêjkirin:

- Encama serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Îmarata Erebî.

- Rewşa koçberên Herêma Kurdistanê yên li derve bi awayekî giştî û karesata vê dema dawî ya mirin û windabûna hejmarek ji welatiyên Herêma Kurdistanê û hewldanên Hikûmeta Herêmê ji bo vegerandina term û rizgarbûyan û lêgerîna kesên winda.

- Raporta Wezareta Tendirustiyê ya li ser zêdebûna cûreya nû ya vîrusa Koronayê (Omicron) li Herêma Kurdistanê.

- Geşedanên karê tîma hevbeş a Dîwana Çavdêrî ya Darayî ya Federal û Herêmê.