Weşanxaneya Na bi hezar pirtûkên zarokan piştgirî dide kampanyaya dersa Kurdî
Weşanxaneya Na ragihand; ji bo piştevaniya kampanyaya dersa Kurdî, ew ê hejar pirtûkan weke diyarî bidin zarokan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Weşanxaneya Na ragihand; ji bo piştevaniya kampanyaya dersa Kurdî, ew ê hejar pirtûkan weke diyarî bidin zarokan.
Kampanyaya ji bo hilbijartina dersa bijarte ya zimanê Kurdî didome û rêxistinên sivîl, siyasetmedar, kesayetên navdar û weşanxaneyên Kurdî piştevaniya xwe nîşan didin.
Di vê çarçoveyê de Weşanxaneya Na li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em wek weşanxaneya Na'yê hezar pirtûk diyariyê zarokan dikin. Ji bo ev kampanya bigîhîje armanca xwe, hûn jî dikarin pirtûkên zarokan ji ser malpera me bixwazin.”
Em wek weşanxaneya Na'yê hezar pirtûk diyariyê zarokan dikin. Ji bo ev kampanya bigîhîje armanca xwe hun ji dikarin pirtûkên zarokan ji ser malpera me bixwazin. https://t.co/dQLaMdMUZS #KurdîHilbijêre @HezkurdHZK @HezKurd @mmstynkurdi #nakitap pic.twitter.com/o8OiTGXat9
— na kitap (@WesanenNa) February 2, 2022
Waneya Bijarte ya Zimanê Kurdî ji sala 2012an ve di nava pergala Wezareta Perwedeyê ya Tirkiyê de cih digire û ji bo polên 5, 6, 7 û 8an tê dayîn.
Îsal dema serlêdana waneya bijarte heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin û eleqeyeke gelek zêde bo waneya bijarte ya zimanê Kurdî heye.