Mesrûr Barzanî: Tariq Herb zaneyê warê yasayan bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbat û kesûkar û nasên kesayetê navdar ê Iraqî Tariq Herb kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbat û kesûkar û nasên kesayetê navdar ê Iraqî Tariq Herb kir.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat diyarkirin: “Bi mixabiniyeke mezin ve, min nûçeya koça dawî ya kesayet û yasanasê navdar ê Iraqî Tariq Herb bihîst, ku zanayekî warê yasa û dakokîkarekî mafên mirovan bû.”

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi mixabiniyeke mezin ve, min nûçeya koça dawî ya kesayet û yasanasê navdar ê Iraqî Tariq Herb bihîst, ku zanayekî warê yasa û dakokîkarekî mafên mirovan bû.

Ez sersaxî li malbata wî ya rêzdar û kesûkar û dost û nasên wî dikim û hevbeşê xemgîniya wan im. Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

2yê Sibata 2022yan