Xortekî Efrînê di bin eşkenceya çekdaran de hate kuştin

Rêzan Mihemed Xelîl
Rêzan Mihemed Xelîl

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî din ê Kurd di encama lêdana çekdarên ser bi Tirkiyê ve, canê xwe ji dest da.

Çalakvanên Efrînê belav kirin, berî çend rojan çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye li bajarê Efrînê li welatiyê bi navê Rêzan Mihemed Xelîl dan (bi qûntaxa çekê li serê wî dan) ji ber giraniya birînên wî jî, ew ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hate veguhastin û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li ser sedema kuştin wî, çalakvanan gotin, çekdarên Ehrar El-Şerqiya berî 20 rojan Azad Îsmet Xelîl ku biraziyê Rêzan e revandibûn, dema Rêzan daxwaza berdana biraziyê xwe Azad kir, çekdaran daxwaza 5 milyon lîreyên Sûrî kir, dema Rêzan ew pere anîn, çekdaran ew tometbar kir ku PYDê pere jê re şandine û li wî dan.”

Çalakvanên Efrînê diyar kirin, Rêzan Mihemed Xelîl ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ye, 42 salî û bavê 2 zarokan e.

Li gor zanyariyên çalakvanan, Azad Îsmet Xelîl heta niha jî girtî ye û nehatiye berdan.

Li gor çalakvanên Efrînê, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, heta niha dora 50 welatiyên Kurd di bin eşkenceya çekdaran de hatine kuştin.