Amarên vîrûsa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 47 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 47 kesên din bi Koronayê ketine.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37525 kesan, ji wan 2525 kes baş bûne û 1525 kesan jî canê xwe ji dest dane.