Li Edîrneyê 12 koçber ji ber sermayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Edîrne yê li ser sînorê Yûnanê, 12 koçber ji ber sermayê canê xwe ji dest dan. Wezîrê navxweyê Tirkiye da xuyakirin, hêzên sînorî yên Yûnanê, cil û pêlavên 22 koçberan ji wan girtine û ew vegerandine aliyê Tirikyê û ji ber sermayê 12 koçber canê xwe ji dest dane.

Parêzgarê Edîrneyê da xuyakirin, destpêkê termên 9 koçberan hatibûn dîtin, di encama lêgerînan de du termên din hatin dîtin. Koçberek jî dema bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin canê xwe ji dest daye.

Parêzgariyê da zanîn, bi hêzên rizgarkirin û polîs û serbazan li navçeyê lêgerîn didomin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu li ser twîtterê da xuyakirin, hêzên sînorî yên Yûnanê cil û pêlavên 22 koçberan ji wan derxistine û vegerandine aliyê Tirkiyê. Da zanîn, ji ber sermayê 12 koçber mirine.

Soylu got, ev helwesta Yûnanê hestên lawaz yên Yekîtiya Ewropa bo mafên mirov nîşan didin.

Yekîtiya Ewropa rexne li Tirkiyeyê digre ku han dide koçberan derbasî aliyê welatên endamên Yekîtiya Ewropa bibin ku Yûnan yek ji wan welatan e. Ewropa dibêje Tirkiye kartê penaberan hember wan bikar tîne.