4 meh in gundê Şinaxe ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye dorpêçkirin

Hêzên Iraqê bi biryara Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê gundê Şinaxe dorpêç kirine.

Hewlêr (K24) – Çar meh in hêzên Iraqê bi biryara Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê gundê Şinaxe dorpêç kirine û nahêlin cotkarên Kurd zeviyên xwe ji bo çandiniyê bi kar bînin.

Hêzên Iraqê cotkarekî Kurd di dema kolana zeviyê xwe de desteser kirin û êşkence û sivikatî lê kirin, piştre cotkarê Kurd ê bi navê Azad gundê xwe bi cih hişt û di rê de traktora wî wergeriya û canê xwe ji dest da.

Gundê Şinaxe yê Kurdan plana erebkirinê li ser e, li wî gundî beriya du rojan hêzên Iraqê bêyî biryara dadgehê xortek desteser kir û piştre ew xort hat neçarkirin ku ji gund derkeve, lê belê piştî derketina ji gund, karesatek hate serê wî.

Nişteciyê gund ê bi navê Dilêr Ebdullah diyar kir: “Sivikatî li Azad hat kirin, teqe lê kiribûn, piştre 24 demjimêr hat girtin, hestên wî birîndar kirin, nehiştin di rêya sereke re biçe, loma di rêya xeliyê de çû û li wir traktora wî wergeriya û canê xwe ji dest da.”

Ji ber hêzên ewlehiyê yên li nav mizgefta gund, malbata Azad nekarî şîna wî li nav gund deyne û bi neçarî li Hewlêrê şîna wî hat danîn. Malbata Azad xwîna kurê xwe dixin stûyê hêzên Iraqê û daxwaz dikin ku mafê wan bê wergirtin.

Luqman Îsmaîl, ku apê Azad e, diyar kir: “Çendîn car biraziyê min girtin, carek jî bi şev gulle berdane wî, 3 Hummer hatin ji bo desteser bikin û ew birin, hewa sar bû, bavê wî ji serbazan rica kir, ew birin mizgeftê û heta sibehê li wir hiştin.”

Gundê Şinaxe yê ser bi bajarokê Sergeran zêdetir çar meh e di dorpêça serbazî de ye, hêzên Iraqê nahêlin zeviyên xwe ji bo çandiniyê bi kar bînin. Nişteciyên gund hemû nîgeran in û li benda hewldanên serkirdetiya siyasî ya Kurd in ji bo bidawîbûna vê zilma ku li wan tê kirin.