Pişkinîna DNA bo koçberên li deryaya Egeyê xeniqîbûn tê kirin
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihiştiye Atînaya paytexta Yûnanistanê.
Hewlêr (K24) – Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, vê sibê 3yê Sibata 2022yan, ji bo pişkinîna DNA bo qurbaniyên binavbûna belemeya koçberan li deryaya Egeyê xeniqîbûn, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihiştiye Atînaya paytexta Yûnanistanê.
Li gor zanyariyan, beriya niha nimûneyên xwîna malbatên qurbaniyên bûyerê ji aliyê polîsên belge û tawanê yên Herêma Kurdistanê ve hatine wergirtin, şanda ku îro gihişte Yûnanistanê, nimûneyên xwîn û qurbaniyan berawird dike, da ku nasnameyên wan werin destnîşankirin.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Şêwirmendê Wezareta Navxwe Samî Celal, Şêwirmenêd Fermangeha Pêwendiyên Derve Selîm Paşa pêk tê. Piştî ku gihiştin Atînayê, rêkarên şandina zarokê 11 salî yê bi navê Rêwar cîbicî dikin, ku piştî canjidestdana dayîk, bav, xwişk û birayên wî, ew bi tena serê xwe li Yûnanistanê maye.