Serdegirtina Komeleya ÎHDê ya li Diyarbekirê hat şermezarkirin
Li Diyarbekirê hêzên aşayîşa Tirkiyê, vê sibê avêt ser Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Diyarbekirê.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê hêzên aşayîşa Tirkiyê, vê sibê avêt ser Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Diyarbekirê û bi operasyoneke hevdem sekreterê ÎHDê yê Diyarbekirê Ferhat Berkpinar, li mala wî desteser kir. Piştî nêzîkî 4 demjimêr lêgerînê, hêzên ewlehiyê dest danîn ser gelek belge û amûran.
Hat ragihandin ku operasyon bi ferman û daxwaza serdozgerê komarî yê bajarê Semsûrê hatiye kirin û di derheqê Sekreterê ÎHDê yê şaxa Diyarbekirê Ferhat Berkpinar de, bi hinceta piştgirî û alîkariya PKKê biryara desteserkirinê daye. Ji ber ku Ferhat li komeleyê jî xebat dimeşand, operasyon li gel ku li mala Ferhat Berkpinar hat kirin, li komeleya mafên mirovan jî hat lidar xistin.
Serok û nûnerên saziyên hiqûqî û mafparêzî jî, piştî operasyonê, daxuyaniyekî belav kirin û ragihandin ku serdegirtina ÎHDê, ne destûrî ye û belgeyên giştî yê komeleyê û şexsên ku eleqeya wan bi sedema operasyonê re nîne jî hatine destserkirin. Serokê ÎHD yê Diyarbekirê Abdullah Zeytûn daxuyand ku dê daxwaznameya lêpirsînê bidin ku ev operasyona nedestûrî bê sizadan.
Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren û Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê THÎVê Mûrat Aba jî, daxuyandin ku dê heta dawiyê piştgiriya komeleya têkoşîna mafên mirovan bikin û piştgiriyên hiqûqî bidin.