Mesrûr Barzanî: Xelkê Kurdistanê pêşwazî li kuştina Ebû Îbrahîm El Qureyşî dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo kuştin û jinavbirina Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî anî ziman.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo kuştin û jinavbirina Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî yê bi nasnavê "Hacî Ebdullah" nîşan da.

Şeva borî, hêzên artêşa Amerîkayê, li bakurê Sûriyê çûn ser xaniyekî sê qatî, ku berpirsê yekem ê DAIŞê, xwe tê de veşartibû.

Li gor ragihandina fermî ya Amerîkayê, di dema êrîşê de Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî xwe teqandiye û ji ber vê yekê jin û zarokên wî jî canê xwe ji dest dan.

Li ser vê mijarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê, pîrozbahî li operasyona Serokê Amerîkayê Joe Biden û artêşa Amerîkayê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Xelkê Kurdistanê bi giştî û bi taybetî Êzidî kêfxweş in bi jinavbirina wî terorîstî.”

Herwiha destnîşan kir; hîn jî metirsiya terorê bi dawî nebûye û divê ji bo berdewamiya şerê teror û jinavbirina şûnwarên wê terorê, Amerîka û hevpeymanên wê berdewam bin di piştevanîkirina hêzên Pêşmerge de.

Herwiha destnîşan kir: “Jinavbirina terorîst Ebû Îbrahîm El Qureyşî li vê navçeyê, ku Qureyşî gelek zirar gihandiye wê, ji aliyê xelkê Kurdistanê bi giştî û xwişk û birayên me yên Êzidî  bi taybetî, pêşwazî lê tê kirin. Jenosîd û karên têkder û wêrankariyên Qureyşî bi dawî hat. DAIŞ tûşî şikesteke din hat.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez ji Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî daxwaz dikim di programa rahênan û pirçekkirina hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de berdewam bin. Hîn jî gefa vê grûpa terorîst bi dawî nebûye.”