Erdogan ji bo navbeynkariyê li Ukraynayê ye
Reuter: Moskow weke rewşa razîbûnê, li hember Enqerê bêdeng e.
Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera Serokomariya Tirkiyê agahiya serdana Recep Tayyîp Erdogan bo Ukraynayê belav kir, li gor zanyariyên medyaya cîhanê, Erdogan ji bo navbeynkariya Rûsya û Ukraynayê, ev serdan encam daye.
Ajansa nûçeyan a Reuters ragihand; Erdogan ji bo navbeynkariya dosyeya Ukrayna û Rûsyayê gihîştiye Kievê, ji bo vê pêngavê jî, Moskow weke rewşa razîbûnê, li hember Enqerê bêdeng e.
Ajansa fermî ya Tirkiyê AA jî ragihand; Serokomarê Tirkiyê diyar kiriye: "Ez dixwazim dubare bêjim ku em di piştevaniya serweriya Ukraynayê û yekparçeyiya axa wê de tevî Qirimê, berdewam in. Tirkiye ji bo dawîlêhatina qeyrana di navbera 2 welatên dost û cîranê wê yên Deryaya Reş, amade ye çi têkeve ser milê wê, bike."
Recep Tayyîp Erdogan bal kişandiye ser aloziya di navbera Rûsya û Ukraynayê de û gotiye: "Me tekezî li wê yekê kir em dikarin bi kêfxweşî mazûvaniya hevdîtinên di asta serokan de an jî di yên teknîkî de, bikin."
Erdogan behsa peymanên ku ligel Ukraynayê hatin îmzekirin kiriye û gotiye: "Civînên me yên îro û peymanên ku me îmze kirin, nîşaneya îradeya me ye ku em dixwazin hevkariya xwe ya stratêjîk pêşdetir bixin."
Serokomarê Tirkiyê herwiha gotiye: "Li ser rewşa hevnijadên xwe di serî de Tatarên Qirimê ku weke pireke dostaniyê ya dîrokî ne di nava me de, me nirxandin kirin."