HEZKURD: Piştî 7ê Sibatê jî em ê çavdêriya proseya dersa Kurdî bikin

Barij Celalî li Hewlêrê li ser mijara xebatên HEZKURD û proseya hilbijartina dersa Kurdî axivîn.

Peyvdarê HEZKURDê Barij Celalî
Peyvdarê HEZKURDê Barij Celalî

Hewlêr (K24) – Peyvdarê HEZKURDê Barij Celalî ragihand; ew weke Hereketa Zimanê Kurdî, piştî bidawîbûna dema hilbijartina dersa Kurdî, çavdêriya birêveçûna wan dersan bikin.

Barij Celalî li Hewlêrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser mijara xebatên HEZKURD û proseya hilbijartina dersa Kurdî (Kurmancî û Zazakî), bersiv da pirsên Cemal Batun.

Celalî bal kişand ser roja dawî ya proseya hilbijartina dersa Kurdî û got: “7ê Sibatê proseya fermî bi dawî dibe, lê kar û xebatên ji bo ziman û ji bo milet, her berdewam e. Ji ber ku piştî wê divê em çavdêriya vê proseyê bikin, gelo bi awayekî baş û tendirust, li gor hiqûqê birêve diçe an na.”

Peyvdarê HEZKURDê eşkere kir ku ji bo kampanyaya hilbijartina zimanê Kurdî li dibistanên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, destpêkê bi 300 xwebexş daketine qadan û dest bi agahdarkirina welatiyan ji vî mafê fermî kirine. Lê niha hejmara xwebexşên Kurd ji bo alîkariya kampanyayê, gihîştiye 700 kesan.

Barij Celalî bal kişand ser piştgiriya ku ji hemû aliyên civakê ve ji bo dersa Kurdî hatine nîşandan û got: “Ev ji bo Bakurê Kurdistanê, bi taybetî saha Tirkiyê, bûyereke dîrokî ye. Cara yekem, miletê Kurd bi înîsiyatîfa sivîl û rewa, bi awayekî defakto ji bilî siyasetê, daxwaza mafê xwe yê rewa dike, mebest di vir de ziman e, li gor yasa û rê û qanûnên medenî, çi yên navxweyî û çi yên navnetewî be, tevdigere.”

Fly Erbil Advertisment