Nêçîrvan Barzanî: Em pabendbûna xwe ji bo tunekirina terorê dubare dikin

“Kuştina Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî derbeke giran bû ji bo serkirdatiya DAIŞê."

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de ragihand: “Kuştina Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî derbeke giran bû ji bo serkirdatiya DAIŞê û kiryareke dadmendane bû ji bo qurbaniyên destê tawanên wê grûpa terorîst.”

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber serkeftina di operasyona kuştina serkirdeyê DAIŞê de pesnê Amerîkayê da û diyar kir: “Em pabendbûna xwe ji bo şerkirin û tunekirina terorê dubare dikin.”

Roja Pêncşemê 3yê Sibata 2022yan, Wezareta Berevaniya Amerîkayê operasyoneke hêzên dijî terorê yên wî welatî li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê aşkere kir. Pentagonê ragihand ku operasyon bi awayekî serkeftî hatiye lidarxistin û serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî ku piştî Ebûbekir Bexdadî wek xelîfeyê DAIŞê hatiye diyarkirin, di operasyonê de hatiye kuştin.