Li Herêma Kurdistanê 1250 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1250 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1250 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1250 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 661 kes li Hewlêrê, 147 kes li Silêmaniyê, 408 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 27 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1641 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 852 kes li Hewlêrê, 313 kes li Silêmaniyê, 389 kes li Duhokê, 13 kes li Helebceyê, 74 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 413743

Mirin: 7246

Başbûn: 388602

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.