Mesrûr Barzanî: Ji ber başbûna nexweşên penceşêrê kêfxweş im

Di Roja Cîhanî ya Penceşêrê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; di nava du salên borî de 81 milyon dolar ji bo 8 nexweşxaneyên çareseriya nexweşiya penceşêrê li Herêma Kurdistanê hatine xerckirin.

Di Roja Cîhanî ya Penceşêrê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û diyar kir: “Ez kêfxweş im bi başbûna nexweşên penceşêrê û rizgarbûna wan ji vê nexweşiyê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twîta xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku ew piştevanî û alîkariya nexweşên penceşêrê dikin ji bo têkoşîna li hember vê nexweşiya û tedawiya wan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 81 milyon dolar ji bo 8 nexweşxaneyên tedawiya penceşêrê terxan kirine ji bo kirîna amûr û kelûpelên pêwîst. Hikûmeta Herêmê herwiha ragihandiye ku ew alîkariyên xwe ji bo nexweşên penceşêrê didomînin.

 

Fly Erbil Advertisment