Li Herêma Kurdistanê diyaloga navbera olan birêve diçe
Kurdistan24 sponsoriya medyayî ya diyalogê dike.
Silêmanî (K24) – Hefteya yekem a meha Sibatê, ku weke Hefteya Lêborînê ya Olên Cuda tê nasîn, bi sposoriya medyayî ya Kurdistan24ê, Diyaloga Navbera Olan li Herêma Kurdistanê dê birêve diçe.
Îro şemiyê 5ê Sibata 2022yan, Rêxistina Diyalog û Kultur bi hemahengiya ligel American Corner a Silêmaniyê û Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê, dîdarek ji bo olên cuda li Silêmaniyê li dar dixe.
Rêveberê Rêxistina Diyalog û Kulturê Mihemed Ebdulezîz ji K24ê re ragihand: “Di salên borî de jî ev hefte bilind hat nirxandin, îsal jî bi hemahengiya ligel Navenda Lêkolîn û Rapirsiyê ya Kurdistan24ê û American Corner a Silêmaniyê, bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê, em dîdarek di navbera bawermendên olên cuda de pêk tînin.”
Mihemed Ebdulezîz destnîşan kir: “Bawermendên heft olên cuda li Herêma Kurdistanê hene, îsal ji her olekê pênc kesayet amade dibin, ji wan pênc kesan tenê yek ji kesayetên olî ye, ewên din her yek ji wan di warên cuda de kar dikin.”
Ebdulezîz eşkere kir: “Armanca me ew ku em pêwendiya navbera olan tevlî nava civakê bikin, herwiha em dixwazin wê diyaloga ciwan a li Kurdistanê nîşanî derve jî bidin, weke nimûne heft ol li Silêmaniyê hene û heta niha ti kêşeyek di navbera wan de tune ye, bi hemahengî û alîkariyê bi hev re dijîn.”
Di sala 2010an de Neteweyên Yekbûyî hefteya yekem a meha Sibatê weke Hefteya Lêborînê ya Olan nasand.