Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê kir
Şanda Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê pesnê ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê da.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 5ê Sibata 2022yan pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemadî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de li ser geşedan û guherînên herî dawî û proseya siyasî ya li Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya hemahengî û nêzbûna hêz û aliyên siyasî hat kirin ji bo berjewendiyên giştî û çareserkirina kêşe û nakokiyan bi rêya gotûbêjan.
Şanda Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê pesnê ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê da û diyar kir ku serkeftina Herêmê serkeftina hemû Iraqê ye û got: “Divê em hemû hewldanên xwe zêde bikin ji bo zêdetir xizmetkirina hemû welatiyên Iraqê.”