Mexdûrên KHK'yan daxwaza mafên xwe yên destûrî dikin
Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) ji karên xwe hatine derxistin.
Diyarbekir (K24) - Karmendên ku di serdema Rewşa Awarte de, bêyî tu sedemeke hiqûqî, bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) ji karên xwe hatine derxistin, daxwaza bicîkirina mafên xwe û vegerîna karên xwe dikin.
Ew karmendên ku derbarê wan de ti dozek û ti tawanek tune ye, divê piştî Rewşa Awarte vegeriyana ser karê xwe, lê piştî ku Rewşa Awarte rabû jî, biryara vegerîna KHK’yan ser karên xwe, bi maddeyekî ji bo komisyona Rewşa Awarte hatibû sipartin.
Karmendên ku ji ber KHK’yan mexdûr bûne jî, dixwazin ew made, madeya 35 bê rakirin û mafên wan bên cîbîcîkirin.
Li ser navê KHK’yiyan Nasir Demirkan daxuyand ku bi hezaran karmend, bi KHK’yan bêyî ti sedemeke hiqûqî ji karên hatine dûrxistin û ev 4-5 sal e jî tên mexdûr kirin.
Nasir Kandemir bal kişand ser wê yekê ku bi dehan KHK’yî jî ji ber vê neheqiyê xwekuştine û bi hezaran jî ketine rewşeke xeter.
Bang û daxwaz hat kirin ku rayedarên hikûmetê madeya 35 betal bike û mafên karmendan jî vegerîne.