Erdogan û hevjîna wî bi vîrûsa Koronayê ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li hejmara xwe ya Twîtterê ragihand, encama testa COVID-19ê ya wî û hevjîna wî, erênî bû.”

Erdogan diyar kir ku ew bi cureya Omicronê ketine û nexweşiya wan sivik e.

Da zanîn jî, ew ê xebatên xwe li malê bidomîne.