Leşkerekî Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) kuştina leşkerekî Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Pentagon di daxuyaniyekê de ragihand, Alex Ram ku leşkerekî 20 salî ye, roja 1ê Sibatê li bajarokê Til Bêder ê li parêzgeha Hesekê di encama qezayeke ne serbazî de canê xwe ji dest daye.

Aşkere kir jî, Alex Ram, erkî wî di çarçoveya “Operasyona Azim” a Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye.

Pentagonê di daxuyaniyê de diyar kir, hîn jî lêkolîn li ser bûyerê didomin, bêyî ku agahiyên din bide.

Ev yek di demekê de ye, Serokê Amerîkayê Joe Biden pêr kuştina kuştina Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî û 11 çekdarên din ên DAIŞê li parêzgeha Idlibê ragihandibû.