Berdevkê CHPê: Ji bo bihêzkirina sîstema parlamenteriyê 6 partiyên opozisyonê dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê CHPê Faîz Oztrak diyar kir, roja 12ê Sibatê dê serokên şeş partiyên opozisyonê li ser banga Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li navenda partiya wan bicivin.
Faîk Oztrak ragihand, civîn li ser xebatên bihêzkirina sîstema parlamenteriyê û pêvajoya li pêşiya wan be.
Herwiha Serokê Partiya Siberojê Ehmed Davutoglu jî destnîşan kir, dê mijara hevpeymaniyê û plana wan a heta hilbijartinê gotûbêj bikin.
Davutoglu got, dibe navê Hevpeymaniya Mîllet biguherînin û gelek nav ji bo vê yekê amade kirine.
Partiyên beşdarî civînê dibin ev in; CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Saadetê, Partiya Deva, Partiya Siberojê û Partiya Demokrat.