Mesrûr Barzanî û şandeke Wezareta Derve ya Austryayê tekezî li bihêzkirina pêwendiyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Sibats 2022an pêşwazî li Serokê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkya û Başûrê Ewropa di Wezareta Derve Austryayê Gerold Vollmer û Balyozê Austryayê li Iraq û Urdinê Oskar Wustinger kir.

Di hevdîtinê de, guhartin û pêşveçûnên Iraqê û navçeyê û pêşvebirina Austryayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi pêzanînê ve amaje bi pêwendiyên dostane û dîrokî yên welatê Austryayê ligel Herêma Kurdistanê û piştgiriya wî welatî li xelkê Kurdistanê kir.

Şanda Austryayê daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê, bi taybet di warê bazirganî û weberhênanê de nîşan da.

Çareserkirina pirsgirêka koçberên Kurd li Ewropa û girîngiya rêgirtina li koçkirina neyasayî, mijareke din a guftûgoyên hevdîtinê de bû.

Fly Erbil Advertisment