ENKS: Çekdarên ser bi PYDê ve 2 rojnamevan revandin

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) revandina rojnamevanan ji aliyê hêzên ser bi PYDê ve şermezar dike

Bawer Mela Ehmed - Sebrî Fexrî
Bawer Mela Ehmed - Sebrî Fexrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) revandina rojnamevanan ji aliyê hêzên ser bi PYDê ve şermezar kir û ragihand, revandina rojnamevanan ji aliyê rêveberiya PYDê ve, bi armanca bêdengkirina wan û veşartina têkçûna wê ye.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek derbarê astengkirina karê rojnamevan û medyakaran li Rojavayê Kurdistanê û revandina wan şermezar kir û tê de ragihand, şeva borî grûpeke çekdar a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, avêtin ser mala rojnamevan û peyamnêrê Yekîtî Media Bawar Mela Ehmed li Qamişlo û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

Da zanîn jî, her şeva borî jî, heman çekdaran avêtin ser mala rojnamevan û peyamnêrê ARK TV Sebrî Fexrî Qamişlo û telefona wî desteser kirin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

ENKS dibêje: “Armanckirina xebatkarên ragihandinê û saziyên ragihandinê di vê demê de ji aliyê vê rêveberiyê û komên wê yên çekdar ve, zêdegaviyeke ne rewa ye ku armanca wê bêdengkirina rojnamevanan û veşartina têkçûna wê rêveberiyê di hemû astan de ye.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê destnîşan kir, PYD bi siyaseta xwe, herêmê bi giştî ber bi metirsiyên mezin dibe û siyaseta wê ji bilî wêranî, karesatan û koçberkirinê tiştek bi serê gel de neaniye.

Herwiha ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîka kir, fişarê li PYDê bike, ta ku dawî li van binpêkirinan bîne, hemû rojnamevan û medyakaran serbest berde û rê bide saziyên çapemeniyê bi azadî kar bikin.