Rewangeha Sûrî: Hin girtiyên DAIŞê yên ji zîndana Hesekê reviyane gihîştine Tirkiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, bi sedan endamên DAIŞê ji zindana Hesekê reviyane û hin ji wan gihîştine Tirkiyê.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama êrîşa li ser zindana Sînaa ya Hesekê de, bi sedan endamên DAIŞê ku hin ji wan serkirde ne ji zindanê reviyan e. Hin wan li devera Rêveberiya Xweser wek Heseke, Reqa û Dêrazorê veşartine, hin derbasî deverên çekdarên opozisyonê bûne û hin jî gihîştine Tirkiyê.
Diyar kir jî, hêzên asayîşê karîn qaçaxçiyekî û 3 kesên reviyane li gundê Heyşa yê devera Eyn Îsayê desteser bikin ku hewl didan derbasî Tirkiyê bibin û pêwendiya wan jî bi 2 emîrên DAIŞê yên ji zîndanê revaviyabûn û gihîştibûn Cerablusê re hebûn.
Li gorî Rewangehê, hêzên ewlehiyê 2 jin binçav kirin, wan jî dixwest derbasî Tirkiyê bibin û xwe bigihînin hevjînên xwe yên ku vê dawiyê ji zindana Hesekê reviyane, lê piştî 24 demjimêran bi navbênkariya rûsipî û şêxên eşîrên herêmê hatin berdan.
Pêştir jî, rojnameya Amerîkî “The New York Times” ji ser zarê rayedarekî Amerîkî ragihandibû, “nêzîkî 200 girtiyên DAIŞê ji zîndana Sînaa reviyane.”
Diyar kir jî, armanc ji êrîşa li ser zîndana Hesekê ew bû, DAIŞ hin serkirdeyên xwe yên ji asta jor û navîn û hin çekdarên xwedî şarezayên taybet ên wek nîşanvan û şarezayên çêkirina bombeyan, azad bike.
Zindana Sînaa ya Hesekê ku nêzîkî 4 hezar endamên DAIŞê tê de bûn, şeva 20ê Çile ji aliyê DAIŞê ve rastî êrîşeke mezin hat û di encamê hejmarek ji girtiyan revaniyan û zîndan ket bin kontrola çekdarên ku di hundir de isyan kiribûn.
HSDê roja 26ê vê mehê ragihand, zindana Sinaa bi temamî hat kontrolkirin û piraniya çekdaran xwe radestî hêzên wan kirin.