PDK rûniştina îro ya Encûmena Nûneran a Iraqê baykot dike

PDKê, bi armanca temamkirina şêwir û guftûgoyên di navbera aliyên siyasî de, beşdarî rûniştina îro ya Encûmena Nûneran a Iraqê nabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûneran a Iraqê, di daxuyaniyekê de ragihand, ew beşdarî rûniştina îro ya Encûmena Nûneran nabe.

Biryar e îro demjimêr 12:00 Encûmena Nûneran a Iraqê taybet ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê yê nû bicive.

Li gor daxuyaniya Fraksiyona PDKê, ji bo berjewendiya giştî û bi armanca temamkirina şêwir û guftûgoyên di navbera aliyên siyasî de, ew beşdarî rûniştina Encûmena Nûneran a Iraqê nabe.

Di daxuyaniya PDKê de hat jî, Dadgeha Federalî piştî nirxandina îdia û tohmetên ji sala 2016an ve, proseya hilbijartina namzedê PDKê Hoşyar Zêbarî ji bo postê Serokomariyê rawestand.

Fraksiyona PDKê 31 kursiyên wê di Encûmena Nûneran a Iraqê heye. Pêştir jî her yek ji fraksiyona Tevgera Sedirê û Siyade jî, baykotkirina rûniştina îro ya Encûmena Nûneran a Iraqê ragihandibû.

Ev rûniştina Encûmena Nûneran piştî wê tê, roja 9ê meha borî rûniştina xwe ya yekem pêk anîbû û tê de Desteya Serokatiyê hilbijartibû.

Li gor destûrê jî, pêwîst e di heyama mehekê de, namzetên posta Serokatiya Komar bên tomarkirin û Encûmena Nûneran deng li ser were dayîn.

Li gor çavdêran, eger e rêjeya yasayî ya rûniştina îro ya Encûmena Nûneran temam nabe û eger heye jî rûniştin bê paşxistin.